Hejmara 88an a kovara Bîrnebûnê derket.
Di vê hejmarê de ev nivîs hene:
Birêz Memduh Selîm, bi sernivîsa Rêwîyê Helbestan Mem Xelîkan, Adem Özgür bi sernivîsa Di rojên îmzeyê
da eleqeyên baş hebûn, du hevkarên kovara me û kitêbên wan didin naskirin. Birêz Mem Xelîkan jî
Kilamên me Qamyona Îzzet hem serpêhatîya bûyera kilamê û hem jî ev kilam berhev kirîye.
Li derweyî welêt hinek lêkolîn hene ku em dibînîn ka medya civakî çi bandor li ser kurdên li diyasporayê
kirîye û di pêşketin û parastina ziman û têgihiştina nasnameyê de çi rolek internetê bûye: birêz
profesor Haci Akman bi sernivîsa Vegera nasnameyê – Medyaya civakî û diyasporaya kurdî lêkolînek kirîye.
Bêrîvan Xizêmzêr li ser hewîtîyê û yek ji brîneka civaka me ye, bi navê Hewî kurteçîrok nivisîye.
Muzaffer Muzaffer Özgür hunermendeka me ya bi navê İnci Özüdoğru û hunera wê bi me dide nasîn.
Rojvan Enes, bi nivîsa Ken, Xizan Şîlan bi helbesta Bayê vejînê, Newal Iscan bi nivîsa xwe ya bi navê
Maf û erd, Rohat Alakom bi sernivîsa Romanek ji edebîyata kurdên Anatoliyê: Li Benda Keskesorê, birêz
Seyfi Doğan, bi henek û kurtehelbestên xwe, Nuh Ateş ji wergera 99 gotinên Albert Einstein ev hejmar
dewlmentir kirine.
Bilal Celeblî bi nivîsa Sirî zivîrok jineka ji Anatoliya Navîn a bi navê Azîma malê Şamo û çîrokeka ku
ji wê bihêstîye, nivisîye. Birêza Mehtap Îdelî bi sernivîsa Kurdistana bênasname, serpêhatîya jineka kurd
a li Anatolîya navîn bi me dide nasîn. Mistoyê Heco bi sernivîsa (bê)sedem kurteyeka wêjeyî ya derûnîya
hezkirine nivisîye.
Lêkolînerên danîmarkî Jimmy Andreasen û Iben Niegaard di sala 1985an de hatibûne gundê Celikan
belgefîlmeke li ser koçberîyê kişandibûn. Hevkarê me Adem Êzgşur bi wan re hevpeyvînek kirîye û herwiha
bi çend wêneyên wê demê hatine girtin ve bi sernivîsa Kurikbûn di navbeya du welatan de bi me dide nasîn.


MAECENAS IACULIS
Vestibulum curae torquent diam diam commodo parturient penatibus nunc dui adipiscing convallis bulum parturient suspendisse parturient a.Parturient in parturient scelerisque nibh lectus quam a natoque adipiscing a vestibulum hendrerit et pharetra fames nunc natoque dui.
ADIPISCING CONVALLIS BULUM
- Vestibulum penatibus nunc dui adipiscing convallis bulum parturient suspendisse.
- Abitur parturient praesent lectus quam a natoque adipiscing a vestibulum hendre.
- Diam parturient dictumst parturient scelerisque nibh lectus.
Scelerisque adipiscing bibendum sem vestibulum et in a a a purus lectus faucibus lobortis tincidunt purus lectus nisl class eros.Condimentum a et ullamcorper dictumst mus et tristique elementum nam inceptos hac parturient scelerisque vestibulum amet elit ut volutpat.
Recensioner
Det finns inga recensioner än.