Beskrivning
Destana Sîyabend û Xecê yek ji klasîkên folklora kurdî ya herî bi nav û deng e. Îro li seranserê Kurdistanê, gelek çîrokbêj û dengbêjên kurd, bi gelek varyantên cuda vê destana nemir, distirên û vedibêjin. Destana Sîyabend û Xecê bi gelek varyantan ve hatiye nivîsîn, fîlmên wê hatine çêkirin û wek tiyatro hatiye lîstin. Min jî destana Sîyabend û Xecê ji bo zarokan ji nû ve nivîsî. Di vê xebata xwe de min pirtûka Ahmet Aras ya Sîyabend û Xecê mîtolojîya kurdî de destaneke evînî ji xwe re wekî bingeh û referens girt. Birêz Ahmet Aras jî pirtûka xwe li ser varyanta dengbêj û çîrokbêj Sebrîyê Gundê Xellê (ji Bilanixê) nivîsîye.
Recensioner
Det finns inga recensioner än.