Beskrivning
ISBN: 978-91-86139-82-7
Şopên Şewatê
Licê 1993
”… Wê şevê cenazeyê bavê min di mizgeftê de ma. Ji ber
ku dikan hatibûn şewitandin kefen tune bû ku em miriyên
xwe kefen bikin û wan bispêrin axê. Bi rastî rewşeke
wehşet û dehşet hebû. Ji her malê qîjîn û wêjîn, girîn
û fîgan dihatin. Hinekan digotin; zarokên me ji çolê nehatine,
hinekan digotin; zarokên me li mekteban mane.
Roja din apê min ji bo ku kefen bikire çû Pasûrê. Zor
bela kefen kirî û hat. Çûçik bi çûçiktiya xwe li Licê nemabû.
Ên ku hatîbûn kuştin, ên ku birîndar bûbûn, ên
ku newiribûn derkevin der. Me bi neh deh kesan bavê
min û kuştiyên din defin kirin…”
av Rojîn Zarg
Recensioner
Det finns inga recensioner än.