Trajediyên di salên 1980-2000an de gelek in û ji gel re baş nehatine vegotin. Di van deman de bi mîlyonan kurd bi darê zorê hatine koçberkirin, bi sed hezaran kes hatine zîndankirin, bi dehan hezar kes hatine qetilkirin. Zarokên ku bê dê û bav mayîn neçar bûn biçin bajarên mezin, ji bo debara xwe bikin an jî biçin çiyan da ku beşdarî şerê li dijî zilmê bibin an jî bûne qurbanîyên komên sûcdar. Jinên ku bê mêr û bê zarok man, bûn qurbanên herî mezin ên civakê.Vê serdema nehevparêzî ku bi mîlyonan însan tuşî şîdet û dijwarîyên hovane bûn meriv nikare di romanekê de an di çend pirtûkan de vebêje û ne jî fîlim dikarin rave bikin ka çi bûye. Dehsiwar hewl daye ku tenê beşeke piçûk a van pirsgirêkan di romana xwe diyar bike. Da beşek piçûk a ku dihêle hûn bibînin ka tişt û bûyer ji hêla siyasetmedar û kesên di desthilatê de çawa têne çewisandin, ka çend kes ji hêla polîs û leşkerî ve hatine kuştin tenê ji ber ku ew xwedî zimanekî cûda ne û dixwestin azad bijîn.Ev roman awirek e ji bûyeran ku li Tirkiyeyê diqewime.
Mehmed Dehsiwar di sala 1959ê de li Êlihê çavên xwe ji dinyayê re vekirîye û ta salên 1980ê jî li wir jîyaye. Piştî cûntaya leşkerî derketîye derveyî welêt û li Swêdê bi cî bûye. Wî li vir li Unîversîteya Stockholmê beşa înstîtuya sîyasetzanîyê û pêwendîyên navneteweyî xwendîye.
Niha li daîreyeke wezareta kulturî ya Swêdê kar dike.
Recensioner
Det finns inga recensioner än.