Beskrivning
Pirtûka wî ya pêşîn a bi navê Çirîskên rizgarîyê di sala 1995ê de hate weşandin. Heman salê ferhenga bi navê Mizgîn, ferhengoka bi wêna ya zaroken derket. Paşê di kovarên Armanc û Nûdemê de nivîsên wî hatin weşandin. Ji her çar rêzepirtûkên Henning Mankell ku ji bo ciwanan hatibû nivîsîn, sê heb ji teref Dehsiwar ve hatin wergerandin û di nav Weşanên Nûdemê de hatin weşandin. Wî paşê romana Kamûran Solmaz a bi navê Kîraze wergerand kurdî, ew jî li Amedê ji teref Weşanên Ronahî ve hate weşandin.
Evina dijwar di sala 2015ê li Stockholm û di sala 2016ê de jî li Amedê weşîya. Şopa xeterê, romana pêşîn a rêzeromanê di sala 2017ê de li Stockholmê hate weşandin. Çepera giran beşa duyem a rêzeromanê ye.
Reviews
There are no reviews yet.