Ji bîrnebûnê
….
Sûperstarê Danîmarkê, Tobias Rahim Seçilmiş yek ji wan e. Tobias, bi strana xwe ya bi navê ”Kurdên li Kopenghagê” îsal di destpêka havînê de li festîvalên mezin yên wek Roskilde ku yek ji wan festîvalên mezin ên Danîmarkayê ye, muzîk û govenda kurdan bi sed hezaran da nasîn. Di vê hejmarê de me bi kurtî Tobias dayê naskirin û strana wî ji zimanê danîmarkî wergerandîye kurmancî.
Mustafa Kızılkaya yek ji wan koçberên ku piştî cunta eskerî ya 12ê îlona 1980î li Turkîyê bi darê zorê hatibû ser hukum, mecbur mabû derkeve derweyî welêt, îsal li gundê xwe, li Încovê, du kitêbên xwe li hewşoya mala xwe bi kurdî dabûn nasandin. Hecî Delalî xeberê vê bi sernivêsa Li Încovê bûyereka bi nirx nivisîye.
Birêz Mem Xelîkan di rêzenivîsa xwe Kilamên me, de îcar kilama bi navê Elî Axa û serborîya kilamê bi med dide nasîn.
Azad Yosef Erdem, ji Mardînê ye. Ew jî maxdurê cuntaya 12ê îlona 1980î bû, piştî cuntayê 1981an de derbasî bin xetê, Surîyê dibe û ji wir jî tê li Swêdê, li bajarê Borlängeyê bi cîh dibe. Azad xwadîyê însîyatîfa yekem goristana bealî li dunê ye. Bi sernivîsa Yek ji navdarên bajarê Borlängeyê, Azad Yosef Erdem em xebatên wî yên komelayetîyê yên çandî didin nasîn.
Ecevit Yıldırım gernameyeka xwe bi navê Gera Yalê nivisîye. Di vê gernameyê de ev cîh û warên ku mezînên malbata wan jê hatine, bi çend wêneyan ve bi me dide nasîn.
Halil Mîrzan Küçükyıldız serpêhatîya malbateka ji Anatoliyê wek kurteçîrokekê bi navê Kravatê sor nivisîye.
Dr. Bangîn Fayo di folklora kurdan da li ser gotina Lêlê sekinîye û ji nav zargotin û stranên kurdî de çing hatîye bi kar anîn bi çend nimûneya li gor xwe şirove kirîye.
Seyfî Doğan di helbesta Şîret de ji bo parastina kesayetîyê û zimanê kurdî şîret nivisîne.
Bilal Celebli gotina Lolo, ji lorîyên derguşan mînak ji çend gunda berhev kirîye û herwiha li ser girîngiya strandina “lorîyan” di pêşketina kesayetî û ziman de ji bo zarokan ciqas giring e, nivisîye.
Birêza Mehtab Îdelî li ser mast lêkolêneka dîrokî kirîye. Bi sernivîsa Mast hem ji dîrokê û hem jî cureyên çêkirina mast bi wêneyan bi me dide nasîn.
Birêz Seyfî Doğan bi kurtehelbestên xwe Quto û Qerfo, Nuh Ateş bi wergerandina 25 gotinên ji
99 gotinên Albert Einstein, Xizan Şîlan bi du helbestên xwe, Tûrikê xeman û Xumîna hestan ev hejmara dewlementir kirine.
Prof. Haci Akman bi lêkolîna Îdeolojîya namûsê, windakirina namûsê û xwîna di navbera du eşîrên kurdan de di perspektîveka dîroka eşîrtîyê û giringîya parastina êşîrtîyê de lêkolaye. Di vê lêkolîna birêz Akman de, em girîngîya malbat, namûs û erk, di çîrokên kurdî de, çîrokbêjîya dewkî de bûyerên li ser namûsê bûne û herwiha şerên navbera eşîran de çing û bi ci awayî destpêkirine bi berfirehî dibînin.
Mîrasên çandî diyardeyên adetên maddî û manevî ne ku ji dîrokê de mane. Nirx, bawerî, zanîn û kevneşopiyên mirovan nîşan didin. Di çanda me de pişt û gûstîlk nîşanên pir bi nirx in.
Birêz Seyfî Doğan bi sernivîsa Pişt û gûstîlk kurtenivîseka balkêş di warî de nivisîye.
Hızır Akbina hekata Haci Osman, kurdekî ji Anatoliyê bi navê Almanvanê me Kudî nivisîye. Di dema salên 1970î de piranîya kurdên ku ji Anatoliyê diçûn welatên Ewropeyê ji ber bêkarî û xizanîyê diçûn. Çêroka Kudî jî ji wê destpê dike ku piranîya “almancî” yên wê demê dikarin di hinek waran de xwe di serpêhatîya Kudî de biwînin.
Bi hêvîya ku ev hejmar jî li gor dilê we be, bimînin di xêr û xwaşîyê de heta hejmara bê!
Recensioner
Det finns inga recensioner än.