Beskrivning
“Mîtolojî her çiqas ji rastîyê dûr be, berhemên afirandî, fantazî û fîşalî bin jî, di mîtolojîyê de tozek rastî heye. Li ser bingehên bîr û bawerîyên olî yên kevnare hatine avakirin. Di mîtolojîyê de, dîrok, coğrafya, ziman, çand, tore, hest, reng û wêneyên gelêrî hene. Mirov dikare bêje mîtolojî şop û sîtava gelan a bi hezar salan e.”
“Li gorî mîtolojîya îranî, Mala Zalê 700-600 sal berî zayînî mîrê herêma Zabîlistanê bûne. Zabîlistan, dikeve navbera rojhilatê Îran, başûrê rojavayê Afganistan û bakurê Belucistanê. Zabîlistan ji bajarên Zabîl, Sîstan û Nîmrozê pêk tên. Herêm carnan bi navê Zabîlistan û carnan jî bi navê Sîstan hatîye nasandin. Paytexta Mala Zalê, bajarê Zabîl bûye. Zabîl li perava çemê Helmendê hatîye avakirin.”
”… Saw û xof û kelecanekî giran ket nav artêşa Tûran û Îranê. Bû kupekup û gurmegurma dilê pelewan û leşkeran, bêhn li wan çikîya, çavên wan beloq bûn û li benda şerê herdu pelewanan man. Ji derî Hecîr, Human û Barman kes nizanibû şerê Mala Zalê ye, şerê bav û law bû. Hespê Ristem bavê hespê Sohrab bû. Şerê du bav û du lawan bû. Şerê roja giran û şerê nenasan bû. Plan û dafikên Efrasîyab û Key Kawus bûn. …”
Reviews
There are no reviews yet.