Beskrivning
Bîranînên min, otobîyografî
Amed Tîgrîs
… Ez rastî prosesa du civakên ku 2000 sal ferqên zanistî û teknîkî di navbera wan de hene hatim. Min di dema bi ga û keran cot dihat kirin, paleyî bi das û tar dihatin çinîn, bi mewşene bênder dihat kutan, dît. Mirov bi karwanîya ker û hespan bi rojan ji bajarekê diçûn bajarek din. Lê niha jî mirov di navbera du sê saetan de, bi balafirê ji parzemînekê difire parzemînek din. Heta bi navgîna gerdûnê diçin Merîh û gerêkstrêrkan. Dema ez zarok bûm mirov bi roj û hefteyan nikaribû ji bajarek din nûçeyek bibîhîse. Rojname encax di du rojan de ji Amedê dihatin navçeya me, Licê. Lê niha hema hema di berîka her kesî de telefon, li mala her kesî televîzyon û înternet hene. Mirov di çend xulekan de ji cîhanê agahdar dibe. Ev guhertinên teknîkî û civakîyên weha ferqên bi hezar salan rastî nifşê me hatin.
Ez jî hatim vê cîhana bêbav û bêdad demeke dirêj, rengîn û xemgîn jîyam. Jîyana min ji gelek alîyan ve balkêş e. Ji alîyê erdnîgarî, cîwar, civakî, sîyasî û çandî ve xwedî rengeke cuda ye. Ez li gundik, gund, bajarok û bajarên cuda jîyam.
Min hîn di dema zaroktîya xwe de, di nav komele û rêxistinên sîyasî de, bi awayekî aktîf cîyê xwe girt. Bi gundîyan re bûm gundî, bi bajarîyan re bûm bajarî. Min li welatekî kolonî, civateke paşdehiştî, li gundên herî xizan û perîşan bi qasî deh salan mamostetî kir. Piştî salên 1980î di çax û benga xwe de bûm penaberê sîyasî û 30 salan li Swêdê ya pêşketî û kela demokrasîyê mam. Min li dibistanên Swêdê bi awayekî fermî mamostetîya zimanê kurdî kir. Du welat û du civakên paşketî û pêşketî, gelek ji hev dûr û cuda jîyam. Di nav van herdu welat û civakan de min ferqeke 200-300 salan dît.
Recensioner
Det finns inga recensioner än.