Dereweke piçûk
D. hinekî bi hêrs got:
– Nabe, tiştekî welê, li darê dunyayê nabe; ne bi min dikeve û ne jî ez dikarim bêjim.
Paşê ji metbexê derket, hat li salonê li ser dîwançê xwe ramedand, televizyon vêxist, lê temaşe kir.
Lê jinikê ew bi tenê nehişt, wê jî da dû, hat li salonê, li tenişta wî cih girt. Berê xwe dayê û dest bi axaftinê kir:
– Qe jî tiştek nabe, gelekî hêsan e. Tu ê bi tenê derewekê piçûk bikî! Yeke wusan ku zerara wê li tu kesî nabe. Lewra fêda wê ê li me bibe. Aha meheke din daweta birayê min e, ma ez dê destvala bi ser de biçim? Ev serê heftiyekê ye ku apê te li nexweşxanê ye û alîkarî ji te xwestiye. Tu welatê me baş nas dikî, ger ku tu perên wan nedî, yekî li nexweşxaneyan rehîn digrin. Heta dest û lingên wan bi qeryoleyên wan ve girê didin, ta ku pereyên tedawîya xwe digrin. Tu çîroka gundîyê me, Biroyê Çiyayî dizanî, feqîro mehekê li nexweşxanê rehîn mabû, ta ku gundîyan di nav xwe de pereyên tedawîya wî top kirin û ew ji nexweşxanê derxistin. Piştî wê heftiyek di ser re derbas nebû, rebeno ji kerban mir. Ma tu pereyên me î hilandî hene? Na…
Reviews
There are no reviews yet.